Artêşa Îsraîlê cihên dîrokî bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê şûnwarek û odeya dîrokî ya stranbêje navdar a lubnanî Feyrûzê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê cihên dîrokî bombebaran kirin
8 mijdar, 2024   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Lubnanê, artêşa Îsraîlê odeya dîrokî ya stranbêja navdar a lubnanî Feyrûz bombebaran kir. Feyrûzê ode ku li Otela Palmîra ya li hember keleha Belebek a li geliya Bîqayê, wek hola pêşwazkirina mêvanan û lidarxistina şahiyan bi kar dianî.

Artêşa Îsraîlê duh jî avahiyek ku ji serdema Osmaniyan maye ya li nêzî perestgehên Belebek a li rojhilatê Lubnanê ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye, hilweşandibû.

(bb)