Jinên li Tişrînê: Em ê bendavê ji xirabî û dagirkeriyê biparêzin

Jinên nobedar ên di nava berxwedana Bendava Tişrînê de cih digirin, destnîşan kir ku bi têkoşîna gel û israra wan ew ê bendavê ji xirabî û dagirkeriyê biparêzin û got “Bendav a Sûriyeyê ye û bi destê sûriyeyiyan hatiye avakirin. Em ê rê nadin dagirkeriyê.”

Jinên li Tişrînê: Em ê bendavê ji xirabî û dagirkeriyê biparêzin
16 ÇILE, 2025   10:51
BENDAVA TIŞRÎNE
EHMED EL ESAS

Berxwedana şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, dewam dike. 

Jinên nobedar ên ji kantona Tebqayê bi rêya ajansa me helwesta xwe nîşan da.

Salî Esaf anî ziman ku bendav a wan e, ew dest jê bernadin û got: “Em wek jinên Kurd û Ereb li vir berxwedana şervanên QSD`ê jî silav dikin. Ev 7 sal e piştî rizgarkirina herêma me di nava ewlehî û aramiyê de dijîn. Me hemû mafên xwe bi dest xistine, em ê heta dawiyê li ser pêyan bin.”

Barîn Memo da zanîn ku ew bi têkoşîna gel, israr û îradeya wan a parastina bendavê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dûrî herêmên xwe dixin.

Necla El Îsa destnîşan kir ku Bendava Tişrînê jêdera av û kehrebeyê ye ji bo herêmê, ew li wir parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker dikin û got: “Em ê her di nava berxwedanê de bin.”

Leyla El Ebid diyar kir ku ew û şêniyên herêmê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker di nobedariyê de ne.

Mecida El Hisên jî got: “Ji ser bendava berxwedanê, bendava sûriyeyiyan ku bi destê sûriyeyiyan hatiye avakirin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em rê nadin ku dagirkerî vê bendavê xirab û dagir bike.”

ANHA