Artêşa Tirk li Licê dest bi êrişên dagirkeriyê kir

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Şehîd Remzî ya Licê êrişeke leşkerî ya berfireh da destpêkirin. Çavkaniyên herêmî ragihand ku dengê teqînên bihêz û dengê çekan hatiye bihistîn.

Artêşa Tirk li Licê dest bi êrişên dagirkeriyê kir
19 gulan 2024   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li dijî qadên Şehîd Ferhat û Şehîd Serxwebûn ên herêma Şehîd Remzî ya navçeya Licê ya Amedê êrişek leşkerî ya berfireh a hewayî û bejahî da destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li gundên Kurmik û Dercimt dengên teqînên bibêz û dengê çekan hatiye bihistîn.