Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda hilbijaritnên şaredariyan in ku bibe derfeta pêxistina xebata rêveberî, rêxistinî û xizmetguzarî ya herêmê

Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan
Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan
Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan
Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan
Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan
Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan
Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan
Hêviyên şêniyan ji hilbijaritnên şaredariyan
20 gulan 2024   02:35
EYN ÎSA

Li 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina hilbijartinên şaredariyan tên kirin ku dê 11`ê Hezîranê li dar kevin. Şêniyên herêmê, diyar dikin ku lidarxistina pêşhilbijartinan di nava partî, blokên siyasî û civakî de ji bo ku namzetên xwe hilbijêrin, pêvajoyeke nû ye û rê li pêşiya pêşxistna kar û xebatên rêxistinî û ximzetguzarî vedikin.

Medîne Muslim ji bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê ye têkildarî tevlibûna jinan di pêşhilbijartinan de wiha got: "Tevlêbûna jinan balkêş bû. Zanabûn û pêşketina ku jin gihaştiyê, rave dike. Da ku cihê xwe di birêvebirina civakê û xwe de bigire."

Medîne destnîşan kir ku di pêşhilbijartinan de, tevlêbûna jinan zêde bû hem di dengdayînê hem namzetbûnê de û wiha domand: "Baweriya hilbijêran bi namzetên jin heye ku berê wekî wê tune bû. Piştî ku jinan di şoreşa Rojava de cihê xwe li tevahî qadên leşkerî, siyasî û civakî vegerand û rola xwe ya çalak di pêşxitsina xizmetguzariyê de lîst, şêniyan fêm kir ku bê ka jin çiqas dikare rol di avakirina civakê de bilîze."

Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbya meha borî ragihand ku tev li hibijartinên şaredariyan dibin. Bi wê re pêşhilbijartin li dar xistin da ku namzetên xwe diyar bikin.

Medîne got: "Jin li herêmên me xwe bi pêş xist. Mafên xwe li tevahî saktoran bi dest xist ku berê di bin kontrola zihniyeta baviksalariyê de bû. Pêşhilbijartinên tevger û rêxistinên jinan mînaka herî berçav a rizgariya jinan ji vê zihniyetêyê ye. Ez bawer im ku hilbijartin û jin bikarin rewşa xizemtguzariyê ya li herêmê û rêveberiya wê pêş bixin."

Şêniyê bi navê Malik El Salih jî got hilbijartin, di pêvajoyên îsbatkirina gelê Sûriyeyê ku dikare çaresnûsa xwe diyar bike û nûnerên xwe hilbijêre de, qonaxeke nû ye û got: "Ez geşbîn im ku pêşerojeke geş li benda me ye. Dema em kesayetên jêhatî hilbijêrin ji bo ku vîna me temsîl bikin, wê demê dê guhertin çêbe û bandorê li rewşa xizmetguzariyê jî bike. Pêwîstiya binesaziya xizmetguzarî ya herêmê ya ji ber şer wêran bûye, bi hewldanên mezin heye."

El Salih diyar kir ku dê dengê xwe bide namzetê herî jêhatî û xwedî tecrube, ji bo ku rewşa xizmetguzarî û rêveberî ya bajarê Eyn Îsayê pêş bixe.

(şx)

ANHA