Artêşa Tirk ji sibehê ve gundekî Amêdiyê bombebaran dike

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk ji sibehê ve gundê Amêdiyê û Çiyayê Gare 23 caran bombebaran kiriye.

Artêşa Tirk ji sibehê ve gundekî Amêdiyê bombebaran dike
15 gulan, 2025   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de PKK’ê bi lidarxistina Kongreya 12’an ragihandibû ku wan biryara fesîxkirinê daye û dawî li hemû çalakiyên xwe yên çekdarî aniye, artêşa Tirk bê navber herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Endamê Tîma Kurdistanî ya Rêxistina CPT’ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk 14 caran Geliyê Siva ya gundê Belave ya ser bi Amêdiyê ya Çiyayê Metîna bombebaran kiriye.

Her wiha Osman anî ziman ku artêşa Tirk Gundê Kevne Mij û Çiyayê Gare jî nava rojê de 9 carî bombebaran kiriye.

Li gorî vê di nava rojê de 23 caran artêşa Tirk herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Endamê Rêxistina CPT’ê Kameran Osman destnîşan kir ku ji roja ku PKK’ê Kongreya xwe ya 12’an lidar xistî heta niha artêşa Tirk 31 carî herêmên Başûrê Kurdistanê bombe kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Kongreya 12’an a PKK’ê ku di nabera 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin, divê êrişên artêşa Tirk a li ser qadên gerîla dawî bibûna û di warê hiqûqî û yasayî de gavên şênber bihata avêtin. Lê tevî vê yekê jî êrişên artêşa Tirk dewam dikin.