Artêşa Tirk gundê Guherzê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Guherzê yê ser bi navçeya Amêdiyê topbaran kir. Hat gotin ku guleyek topê li mala welatiyek ketiye û ziyanên madî çêbûne.

Artêşa Tirk gundê Guherzê topbaran kir
24 îlon, 2024   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro carek din artêşa Tirk a dagirker gundê Guherzê yê girêdayî Amêdiyê topbaran kir.

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman têkildarî êrişê got: “Îro di saet 14:30’an de li gundê Guherzê guleyek topê li xaniyê welatiyek ket. Ji bilî ziyanên madî ti ziyanek canî çênebûye.”

Kameran Osman eşkere kir ku ji serê salê ve 11 caran guleyên topan li nava gundê Guherzê ketine. Her wiha diyarkir ji 15’ê Hezîrana 2024’an ve artêşa Tirk li pişta gundê Guherzê du baregehên leşkerî avakiriye.