Rêveberiya Xweser amade ye pêşwaziya penaberên li Lubnanê bike

Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ye alîkariyê pêşkêşî penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê bike û vegera wan hêsan bike.

Rêveberiya Xweser amade ye pêşwaziya penaberên li Lubnanê bike
24 îlon, 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Lubnanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji bo hêsankirina vegera penaberên sûriyeyî ji Lubnanê ew amade ye destekê pêşkêş bike.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku geşedanên li Lubnanê êşa penaberên sûriyeyî yên ku ji ber aloziyê Sûriyeyê reviyane, zêdetir dikin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku vegera li welat mafekî bingehîn e ku divê tevahî alî ji bo hêsankirina wê bixebitin û wiha domand "Ji ber tiştên ku me ji jor bi bîr xistin, divê bi lez vegera xelkê me yê penaber ê dixwazin vegerin li welatê wan Sûriyeyê were hêsankirin."

Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Şamê kir ku bi cidiyet li êşa penaberan binere û ji bo hêsankirina vegera wan bibe alîkar.

Rêveberiya Xweser bi domdarî got: "Em diyar dikin ku li dijî xetereyên ku dibe rû bidin divê her kes di kêmkirina êşê xelkê me yê koçber û vegera wan de berpirsyar e."

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê ji bo alîkardayîna  penaberên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Ji bo penaberên ku dixwazin vegerin jî komîteyên hemahengiyê ava kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê 2 milyon derbas kiriye.

Li gorî daxuyaniya dawîn a Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di encama êrişên vê dawiyê yên Îsrîalê yên li ser başûrê Lubnanê de 558 kes hatin kuştin û hezar û 835 kes jî birîndar bûne.

 Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihandibû di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 16 sûriyeyî hatin kuştin.

(bb)

ANHA