Artêşa Sûdanê Xertûm bi temamî kontrol kir

Artêşa Sûdanê piştî şerên roja sêşemê, paytext Xertûm bi tevahî xiste bin kontrola xwe.

Artêşa Sûdanê Xertûm bi temamî kontrol kir
21 gulan, 2025   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Sûdanê ragihand ku piştî şerên roja sêşemê, wê paytext Xertûm bi tevahî kontrol kiriye. Hêzên Piştevaniya Lezgîn heta niha der barê mijarê de tu daxuyanî nedane.

Di 28’ê Adarê de artêşa Sûdanê ragihandibû ku wê Xertûm xistiye bin kontrola xwe. Piştî vê yekê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn li başûr û rojavayê Omdermanê bi cih bûn û bi artêşê re şer berdewam kir.

Li gorî raporên medyayê cebilxane, moşek û mayinên neteqiyayî li kolanên Xertûmê mane ku li pêşiya vegera koçberan dibe asteng.