Alîkarî li koçberên Efrînê hate belavkirin

Desteya Kar û Barên Civakî a Kantona Cizîrê bi hevkariya Beşa Kar û Barên Sivîl a Koalîsyona Navneteweyî alîkarî li koçberên Efrînê yên li Hesekê hate belav kirin.

21 gulan, 2025   12:27
HESEKÊ

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Cizîrê bi hevkariya Beşa Kar û Barên Sivîl ên Koalîsyona Navneteweyî alîkariya ku hatiye, li koçberên Efrînê yên li bajarê Hesekê belav kirin.

Alîkariyên ku ji hezar û 200 paketên xwarinê pêk tên, li koçberên li Seken Şebabî, Fileyên Sor, Taxa Eskerî yên Hesekê hatin belavkirin.

Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran Zehra Semo axivî.

Zehrayê diyar kir ku Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran û Koalîsyona Navneteweyî alîkarî li koçberên Efrînê belav kirin. Beriya niha li Reqa û Tebqayê li koçberan belav kirin û di vê demê de jî li koçberên ku li bajarê Hesekê bi cih bûne, belav dikin.

Zehra Semo destnîşan kir ku alîkariya hatiye têra hemû koçberan nake. 

6 hezar malbatên koçber ên ji Efrînê li kantona Cizîrê hene û got: "Divê ji koçberan re alîkarî bê kirin, daxwaze me ya sereke ku koçber vegerin cih û warên xwe."

(zş/bm)

ANHA