Şehîd Goran hate oxirkirin

Şêniyên Tirbespiyê bi merasîmeke girseyî şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehîd Goran (Rayid El Elî) li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr oxir kir.

Şehîd Goran hate oxirkirin
Şehîd Goran hate oxirkirin
Şehîd Goran hate oxirkirin
Şehîd Goran hate oxirkirin
Şehîd Goran hate oxirkirin
21 gulan, 2025   13:18
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê îro bi merasîmekê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Goran ku 19`ê Gulanê li devera Behra ya Dêrazorê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr oxir kir. 

Bi sedan şêniyên bajêr û nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê Hecî Ebdî axivî û got: em sersaxî ji malbata şehid Goran re dixwazin.Şehîdên xwe hene û ji her kesî tê xwestin ku xwedî li keda wan derkeve."

Ji fermandarên QSD`ê Rêzan Tirbespiyê jî diyar kir ku wek QSD erka wan ew e ku herêmê ji dagirkeran biparêzin û got: “Em soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin û em ê tu carî rêya şehîdan bernedin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Ehmed Mihemed jî destnîşan kir ku şehîd xwedî nirxên pîroz in.

Piştî axaftinan belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin û cenazeyê şehîd Goran bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(ekîb/k)

ANHA