Artêşa Rûsyayê ragihand ku wê bajarokek kontrol kiriye û 475 dron xistine

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê li Donetskê bajarokek kontrol kiriye û 475 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Artêşa Rûsyayê ragihand ku wê bajarokek kontrol kiriye û 475 dron xistine
9 tebax, 2025   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Rûsyayê bajarokê Yablonovka yê li herêma Donetskê kontrol kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Yekîneyên Koma Navendî ya Hêzan bajarokê Yablonovka yê Komara Gel a Donetskê rizgar kir. Hêzên Koma Bakur pêşve çûne û çeperên artêşa Ukraynayê li herêmên Sumy û Kharkiv kirin hedef. Di operasyonan de nêzîkî 195 leşker hatin kuştin û wesayîtên şer, topên meydanî û depoyên cebilxaneyê hatin wêrankirin."

Wezaretê ragihand ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê balafirek Su-24, du mûşekên HIMARS û 475 dronên Ukraynayê xistin xwarê.

Demek berê artêşa Rûsyayê ragihandib ku wan bi mûşek û dronên Giran-2 navendeke fermandariyê û depoyeke dronan li herêma Çernîgov a Ukraynayê bombebaran kiriye. Her wiha da zanîn ku di êrişê de 2 kamyonên ku dronên êrişê hildigirtin, hatin hedefkirin.

(bb)