Di êrişên artêşa Îsraîlê de 10 kesên din hatin kuştin

Li deverên cuda yên Xezayê, herî kêm 10 kes, piraniya wan kesên ku li benda alîkariyê bûn, di encama êrişên artêşa Îsraîlê de hatin kuştin.

Di êrişên artêşa Îsraîlê de 10 kesên din hatin kuştin
9 tebax, 2025   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Bervaniya Sivîl a Filistînê Mehmûd Besel îro ragihand ku di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê, herî kêm 10 kes, piraniya wan kesên ku li benda alîkariyê bûn, hatin kuştin.

Besel ji AFP’ê re got hêzên Îsraîlê êriş birine ser deverên nêzîkî xalên navendên alîkariyê yên li ser Rêya Salah El Dîn, li başûrê Pira Wadî ya Xezayê û di encamê de 6 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Besel her wiha diyar kir ku hêzên Îsraîlê li nêzî navendeke alîkariyê ya li bakurê Refehê 2 kes kuştine.

Besel her wiha ragihand ku di êrişeke hewayî ya li ser avahiyeke li hember Nexweşxaneya El Xeyr a li Xan Yûnisê de, jinek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Her wiha di encama êrişa balafireke bêmirov a li ser komeke kesan li nêzî Bibistana Ebû Hilû a li kampa El Birêc li navenda Xezayê, ciwanek hat kuştin.

(k)