Li 3 bajaran meşên piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Li Dêrik, Girkê Legê û Reqayê bi hezaran kes li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qan û piştgiriya xwe bi gelên her du taxan re nîşan da.

23 kanûn, 2025   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Dêrik û Girkê Legê yên kantona Cizîrê û Reqayê bi hezaran kesî ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meş li dar xistin.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên bajar û gundên Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişên komên girêdayî hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji Qada Azadî ya bajarê Dêrikê heya sûka navendî meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Mil bi mil bi QSD’ê re" û "QSD’ê nûnertiya me dike" hatin vekirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan jî hatin hildan. Her wiha dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berz kir.

Meş li sûka navendî sekinî. Ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya Dêrikê Ciwan Hesen got, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê êrişên li ser her du taxan e û anî ziman ku ew ê di rêya aştiyê de dewam bikin û li dijî êrişan gav şûde navêjin.

Bi navê şêniyên Efrîn-Şehbayê yên li Dêrikê jî Zelûx Bekir berxwedana şêniyên her du taxa û berxwedan Îmraliyê silav kir û got, ew ê ji rêya berxwedanê venegerin û dê li hemberî êrişkaran li ber xwe bidin.

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarê Girkê Legê jî bi beşdariya şêniyên bajar û bajarokê Rimêlan û gundewarê wê, koçberên Efrîn û Şehbayê û endamên saziyên sivîl meşek bi heman armancê pêk hat.

Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de alên QSD’ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan, her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê " hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji rêveberên Meclisa Bajarê Girkê Legê Îbrahîm Hisên axivî û destnîşan kir ku êrişên li ser sivîlan derfetên diyalogan û ewlehiyê ji holê radikin. Hisên bang li hikumeta veguhêz kir ku li gorî peymanên ku îmze kiriye tev bigire.

Endama Meclisa Efrîn û Şehbayê Zekiriye Berekat jî detnîşan kir ku hedefkirina taxên şêniyan siyaseteke plankirî li dijî sivîlan û niyetên têkbirina aramiyê nîşan dide.

Endamê PYD’ê Ebdurezaq Salim jî got, berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedana parastina rewa ye û diyar kir ku berxwedanê hewldanên ferzkirina rewşekê bi darê zorê têk bir. Her wiha anî ziman ku helwesta gel hişyarbûna û hevgirtina wan nîşan dide.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê jî ji bo şermezarkirina êrişên li ser her du taxan meşiyan.

Girse ku ji pêşiya nexweşxaneya Zarokan ber bi Qada Jina Azad ve meşiya, pankartên bi nivîsên "Na ji bêdengkirina jiyanê re" û "Em li vir in û berxwedana me çîroka me vedibêje" vekirin. Girse bê navber dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û QSD’ê berz kir.

Li Qada Jina Azad deqeyekê rêz hat girtin. Piştre bi navê koçberên Efrîn û Şehbayê Elî Xelîl axivî. Elî Xelîl di axaftina xwe de bal kişand ser ambargoya li ser her du taxan û êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser û got, gelên her du taxan li hemberî siyasetên ambargo û kuştinê li ber xwe didin, îradeya wan naşkê ji ber ku bi axa xwe ve girêdayî ne.

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Xilûd Mihemed jî êriş û ambargoya li ser her du taxan şermezar kirin û bal kişand ser berxwedana şêniyan a li hemberî van êrişan.

Ji rûspiyên eşîra Benî Seîd, Zuhîr El Ebdullah jî bi navê gelê Reqayê banga parastina sivîlan ji êrişan û hesabpirsîna ji êrişkaran kir.

El Ebdullah girîngiya diyalog û çareseriya siyasî wekî rêya yekane ya bidawîkirina aloziyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavnedî vegot.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

(b)

ANHA