Artêşa Lubnanê 20 sûriyeyî li beravên Terablusê rizgar kirin

Dewriyeyeke hêzên deryayî yên artêşa Lubnanê 20 sûriyeyî di nav de jin, ku li ser keştiyeke li beravên Terablusê bûn, rizgar kirin.

Artêşa Lubnanê 20 sûriyeyî li beravên Terablusê rizgar kirin
11 adar 2024   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê ragihand ku vê varê, di dema hewldana qaçaxçiya 20 Sûriyeyiyan de bi rêbaza ˊnerewaˊ li ser keştiyekê li hember beravên Terablusê, ew hatin rizgarkirin.

Fermandariya artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê got di 11ˊê Adara 2024ˊan de, li gel wergirtina agahiyan li ser noqbûna keştiyekê li beravên Terablusê di dema bikaranîna wê de ji hêla qaçaxçiyan ve, dewriyeyeke hêzên deryayî yên artêşê 20 sûriyeyî di nav de jin rizgar kirin.

(fr)