‘Serhildana Qamişloyê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê bû meşleya têkoşînê’

Serokê qebîleya Tey a Ereb diyar kir ku Serhildana Qamişloyê ya bi pêşengiya Kurdan “ji tevahî gelê Sûriyeyê re bû meşaleyeke têkoşînê” ya li hemberî polîtîkayên kuştin û çewisandinê yên rejîma Baasê.

‘Serhildana Qamişloyê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê bû meşleya têkoşînê’
12 adar 2024   03:08
QAMIŞLO

Îro salvegera 20’an a komkujî û Serhildana Qamişloyê ye ku rejîma Baasê di 12’ê Adara 2004’an de li Stadyuma Beledî (Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê) pêk anîbû. Komkujî di dema lîstika futbolê ya di navbera Tîma Cîhad a ji Qamişloyê û Tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê de pêk hat û di encama wê de 38 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û derdora 5 hezar kes hatin girtin. 

Li hemberî vê komkujiyê de serhildaneke li dijî rejîma Baasê dest pê kir, nemaze ku partiya navborî plan kiribî ku di dema listikê de fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxe. Lê bi hevgirtina pkhateyan herêmê ku heta niha dewam dike ev plan têk birin.

Serokê Meclisa Qebîleya Tey a Ereb û endamê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen El Ferhan El Teyî diyar kir ku pêkhateyên herêmê  nirxên jiyana hevbeş û mozaîka Sûriyeyê parastine, lê  rejîma Şamê bi rêya medyayên xwe xwest fitneyê derxe.

Hesen Ferhan El Teyî Serhildana 12’an wekî pêngaveke nû ya têkoşîna aştiyane ya gelê Kurd nirxand û got, "Ev serhildan ji bo tevahî gelê Sûriyeyê bû meşeleyek li hemberî alava kuştin û çewistandinê ya rejîma ku bi dehên salan welat kontrol kir."

El Teyî bal kişand ku siyasetên û planên derxistina fitneyan heta niha dewam dike û wiha pêde çû: "Bûyerên li Dêrazorê, her wiha siyasetên hikumeta Şamê û hinek aliyên derve wekî Tirkiyeyê ku hewl didin bi rêya şerê taybet ewlehiya herêmê xirab bikin, dîsa şerê wan ê taybet ê li dijî projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser  mînakên vê yekê ne."

Serokê Qebîleya El Teyî  Hesen El Ferhan El Tey diyar kir ku wekî qebîleyeke Ereb dê li hemberî hemû hewldanên derxistina fitneyan destek bin û destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.

(bb)

ANHA