Artêşa Îsraîlê xwe ji bo agirbestê li Lubnanê amade dike

Di raporên Îsraîlê de hat bibîrxistin ku artêşa Îsraîlê xwe ji bo agirbestê di saeta 19.00an a bi dema herêmî de amade dike. Hemwextî wê Serokê Lubnanê Cozêf Ewn û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hev re axivîn.

Artêşa Îsraîlê xwe ji bo agirbestê li Lubnanê amade dike
16 nîsan, 2026   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Haaretz a Îsraîlî, îro, ragihand ku artêşa Îsraîlê xwe ji bo agirbestê li Lubnanê di saeta 19.00ˊan a bi dema herêmî de amade dike.

Rojnameyê diyar kir ku fermandarên artêşê talîmat wergirtine ku hêzên ku niha li başûrê Lubnanê belav bûne ji bo agirbestê amade bikin, ji wan re hatiye gotin ku ew ê di saeta 19.00ˊan de dest pê bike.

Di heman çarçoveyê de, Kanala Al Jedid ragihand ku Serokkomar Cozêf Ewn bi telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî.

Hat diyarkirin ku her du serokan li ser dosyeya danûstandinên di navbera Lubnan û Îsraîlê de axivîn. Ewn helwesta dewleta Lubnanê pêşkêş kir û diyar kir ku ew li ser helwesta xwe ye ku bi serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re bi telefonê naaxive.

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn berê, îro, diyar kiribû ku agirbest deriyê xwezayî ye ji bo her danûstandinek rasterast a di navbera Lubnan û Îsraîlê de.

(fr)