Artêşa Îsraîlê: Serkirdeyekî Hemasê hat kuştin

Îsraîlê ragihand ku li Şerîda Xezayê serkirdeyekî Hemasê hat kuştin. Îsraîlê ew serkirde bi "Jêderê sereke yê komkirina gahiyan û kesayetê pêşeng ê tevgerê ye" bi nav kir.

Artêşa Îsraîlê: Serkirdeyekî Hemasê hat kuştin
27 tebax, 2025   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê, îro, ragihand ku li Şerîda Xezayê serkirdeykî Hemasê ku bi "komkirina agahiyên girîng" ji bo tevgerê tê naskirin, hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku kesê hatiye kuştin Mehmûd El Eswed e. Ew serokê Saziya Ewlekariya Giştî ya Tevgera Hemasê li rojavayê Xezayê ye. Îsraîlê Mehmûd El Eswed bi "jêdera sereke yê komkirina agahiyan û kesayetê pêşeng ê tevgerê" bi nav kir.

Artêşê destnîşan kir ku hêzên wê li taxên bajarê Xeza û Xan Yûnisê ji bo destnîşankirin û jevkirina nuqteyên tevgerê yên sererd û binerdê û têkbirina endamên çekdar dixebitin.

(fr)