Zarokê bi guleya leşkerên Tirk birîndar bû hat emeliyatkirin

Zarokê ku li Kobanê di encama gulebarana leşkerên Tirk de bi giranî birîndar bibû, hat emeliyatkirin.

Zarokê bi guleya leşkerên Tirk birîndar bû hat emeliyatkirin
27 tebax, 2025   13:36
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê yê Kantona Firatê 25’ê Tebaxê (2025) zarokê bi navê Welet Mehmûd Horan ê 15 salî dema li dikana malbata xwe runiştî bû, di encama gulebarana bêserûber a leşkerên Tirk de bi giranî birîndar bibû. 

Welat Mehmûd Horan piştî êrîşê veguhestibûn nexweşxaneya Almanî ya Kobanê û hatibû gotin ku guleyek li pişika wî ketiye û tê de maye. Rayedarên nexweşxaneyê gotibûn ku xeteriya jiyanî ya Horan heye.

Li gorî agahiyên malbata Horan dane ajansa me, Mehmûd Horan îro hat emeliyatkirin û guleya li ser pişika wî hat derxistin.

Dayîka Mehmûd Medîne Hisî got ku li gorî agahiyên bijîşkan rewşa zarokê wê niha baş e û dermankirina wî didome.

(mm/a)

ANHA