Li Qamişloyê 3 firoşkarên hişbirê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê 3 firoşkarên madeyên hişbirê hatine girtin.

Li Qamişloyê 3 firoşkarên hişbirê hatin girtin
27 tebax, 2025   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di serdegirtina gelek taxên Qamişloyê de 3 firoşkarên hişbirê hatine girtin.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: "Roja Çarşemê, 27ˊê Tebaxê, Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê li bajarê Qamişloyê, piştî operasyoneke çavdêrî û ewlehiyê, 3 kesên destên wan di firotina madeyên hişbirê de hene, girtin.

Di operasyonê de hêzan li gelek taxan bi ser cihên kesên tên xwestin de girt û ew kes girtin. Di encama lêgerînê de ev tişt hatin desteserkirin:

2.92  gram madeya krîstal.

2.4  gram heşîş.

13  alavên ji bo bikaranîna hişbirê.

Piştî lêpirsînên destpêkê temam bûn, kesên hatine girtin ji bo tedbîrên qanûnî yên pêwîst ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin."

(fr)