Artêşa Îsraîlê: Piştî êrişa Beyrûtê em ji bo hemû senaryoyan amade ye

Îsraîlê piştî êrişa xwe ya li ser taxên başûrê Beyrûtê diyar kir ku ew ji bo êrişeke muhtemel a tolhildanê amade ye.

Artêşa Îsraîlê: Piştî êrişa Beyrûtê em ji bo hemû senaryoyan amade ye
14 hezîran, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê,piştî êrişa hewayî ya li ser Beyrûtê di daxuyaniyekê de got Serfermandarê Giştî General Eyal Zamîr bi fermandarên peywendîdar re nirxandinên domdar ên rewşê dike.

Artêşê diyar kir ku ew ji bo senaryoyên parastinê û êrişê di rewşek amadebaşiyê ya domdar de ye û destnîşan kir ku li gorî nirxandinên rewşa heyî, ew ji bo îhtîmala ku axa Îsraîlê di saetên pêş de bibe hedefa êrişan amade ne.

(fr)