Rêwîtiya azadiyê… ji çiyayên Kurdistanê heyanî Rojava

Şîlan Ehmed di pirtûka xwe ya nû de rêwîtiya têkoşîn û berxwedana li çiyayên Kurdistanê û Rojava vedibêje.

Rêwîtiya azadiyê… ji çiyayên Kurdistanê heyanî Rojava
Rêwîtiya azadiyê… ji çiyayên Kurdistanê heyanî Rojava
Rêwîtiya azadiyê… ji çiyayên Kurdistanê heyanî Rojava
Rêwîtiya azadiyê… ji çiyayên Kurdistanê heyanî Rojava
Rêwîtiya azadiyê… ji çiyayên Kurdistanê heyanî Rojava
Rêwîtiya azadiyê… ji çiyayên Kurdistanê heyanî Rojava
Rêwîtiya azadiyê… ji çiyayên Kurdistanê heyanî Rojava
15 hezîran, 2026   05:45
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Nivîskar Şîlan Ehmed 10`ê Hezîranê li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişloyê bi ahengekê pirtûka xwe ya yekemîn a bi navê "Rêwîtiya Azadiyê" îmze kir. 

Şîlan Ehmed ku di sala 2025`an de dest bi nivîsandina pirtûka xwe kir, salên ku li gel Rêber Abdullah Ocalan perwerde dîtiye, rêwîtiya xwe ya li çiyayên Kurdistanê û şoreşa Rojava belge kirin.

Rojnamevan Hesen Remo pirtûk amade kiriye ku bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û sala 2026`an ji aliyê weşanxaneya El Nuxba ya Misirê ve hat çapkirin. Şîlan Ehemd di pirtûka xwe de ezmûnên xwe yên kesayetî parve dike, behsa şer, pevçûn û berxwedana di hemû pêvajoyên Şoreşa Rojava qewimîn, dike. Her wiha têkoşîna gel, malbatên welatparêz, çîrokên şehîdan û tecrubeyên ji têkoşîna xwe girtî, vedibêje. Taxên ku bûn bendên parastinê, dibistanên ku bûn stargeh û xeyalên bi têkoşîn û berxwedanê pêk hatin jî bi bîr tîne.

Nivîskar Şîlan Ehmed ku ji Qamişloyê heyanî Kobanê, Efrîn, Heleb û Şamê xebat daye meşandin û zêdetirî di qadên leşkerî de ked daye anî ziman ku wê hewl daye di pirtûka xwe de kedê kesên tev li şoreşê bûne û parçeyek ji şoreşê ne, kêm neke. Her wiha got hemû bûyerên li van herêman qewimîn di pirtûka Rêwîtiya Azadiyê de hatine nivîsandin.

Şîlan Ehmed di pirtûkê de cihekî girîng daye Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku ne wekî hêzeke leşkerî tenê, di heman demê de wek sembola veguherîneke kûr a civakî û dîrokî şîrove dike. Di pirtûkê de pêvajoyên avakirina YPJ‘ê, serpêhateya şervanên wê Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender ên ku Gulana 2013‘an di berxwedana li Efrînê de şehîd bûne, vedibêje.

Şîlan Ehmed der barê vê mijarê de got: "Şoreş bi keda jinan û YPJ‘ê gihaştiye roja me ya îro. Şervanên YPJ‘ê ne tenê şervan in, lê nasname ne jî. Her jinek cîrokeke xwe ya taybet heye. Pirtûk jî bi awayekî mezin balê dikişîne ser hest û ramanên jinan."

Şîlan Ehmed spasiya hemû kesên di nivîsandina pirtûkê de bûne alîkar kir û hêvî kir pirtûk ku ji aliyê xelkê ve were hezkirin û sûdê jê bigirin û got: "Armanca min ew e ku dîrok zindî û parastî bimîne."

Nivîskar Şîlan Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev got: "Azadî ne hedefek e ku bi carekê tenê tê bidestxistin, lê rêwîtiyeke dirêj e. Têkoşîna me jî berdewam e. Tişta ku hîm bûme ew e ku fedakarî beşek ji azadiyê ye, lehengiya rasteqîn ne mayîn e, lê berdewamî ye."

KUREJIYANA ŞÎLAN EHMED

Şîlan Ehmed di salên 1970‘yî de li gundê Sinceqa Xelîl ê bajarê Amûdê ji dayik bûye. Di nava malbateke welatparêz de mezin bûye ku gelek ferdên malbata wê şehîd bûne. Şîlan Ehemed ku di sala 1990‘î tev li tevgera azadiya bû, li çiyayên Kurdistanê û Rojava têkoşîna azadiyê meşandiye û yek ji damezirînerên YPJ‘ê ye.

(np-bb)

ANHA