Li Til Temirê şewata li keviya çemê Xabûrê hat vemirandin

Tîmên Awarte yên li Til Temirê agirê bi giyayên li keviyên çemê Xabûrê yê li taxa Til Ehmer ketiye vemirand.

Li Til Temirê şewata li keviya çemê Xabûrê hat vemirandin
14 hezîran, 2026   20:12
HESEKÊ

Tîmên Awarte yên li bajarê Til Temirê şewatek li giyayên derdora çemê Xabûrê yê taxa Til Ehmer çêbûye vemirand.

Di dema agahî bihîstin de yekser tîman berê xwe da cihê şewatê, şewat bi giştî kontrol kir, beriya bi rûberên berfireh ên çandiniyê bikeve.

Aliyên eleqedar diyar kir ku divê her kes di havînê de hişyar bin, ji bo ku xeteriyên şewatên çandiniyê kêm bikin.

(fr)

ANHA