Artêşa Îsraîlê mûşeka ji Yemenê hat avêtin asteng kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê mûşekek ji Yemenê hate avêtin asteng kir.

Artêşa Îsraîlê mûşeka ji Yemenê hat avêtin asteng kir
6 tîrmeh, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê mûşeke ya ji Yemenê hat avêtin asteng kir û da zanîn ku li gelek deverên Îsraîlê alarmên hişyariyê lê dane.

Îsraîlê gef li Hûsiyên li Yemenê dixwe ku eger komên girêdayî Îranê êrişên xwe yên li ser Îsraîlê berdewam bikin, dê dorpêçek deryayî û hewayî li ser wan bisepîne.

Komên girêdayî Îranê piştgiriya bi Xezayê re wekî sedema êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê nîşan dide.

 Ji destpêka şerê li Xezayê (Cotmeha 2023) ve, koma Hûsiyan Îsraîl û Tevgera navîgasyonê li Deryaya Sor dike armanc.

(bb)