Di rojekê de 9 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR’ê, li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 9 kes hatine kuştin.

Di rojekê de 9 kes hatin kuştin
6 tîrmeh, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawîn de 9 kes ji ber êriş, teqandina bêserûber a çekan û nakokiyan hatine kuştin.

SOHR’ê ku der barê kuştina 9 kesan de agahî parve kiriye, da zanîn ku komeke çekdar êrişî gundê Şehîb ê Hemayê kir û di encama êrişê de ciwanek hat kuştin, li Maret El Cebel a Hemayê jî di encama gulebaranê de kesek ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitî hat kuştin, li ser rêya Şetha-Eyn Kirûmê jî, di encama gulebaranê de ciwanek û zarokek keçîn hatin kuştin.

Li gorî heman navendê, li ser rêya Asreya –Xenasir a gundewarê rojhilatê Hemayê, di êrişa li dijî erebeyeke leşkerî de endamekî wezareta parastinê ya hikumeta veguhêz hat kuştin, li daristana Nemira Şehba ya Siwêdayê jî cenazeyê xwendekarekî zanîngehê hat dîtin ku şopên guleyan li ser bedena wî xuya bû.

Li gundê  Aqarib Safiya yê rojhilatê Hemayê ciwanek bi kêrê ji aliyê xizmekî xwe ve hat kuştin.

Li taxa Muhacirîn a bajarê Humsê komeke çekdar ji ber nakokiya li ser valakirina xaniyekê kesek kuşt, li bajarokê Nahita yê rojhilatê Derayê ji ber teqandina çekan di pîrozbahiya dawetekê de ciwanek hat kuştin.

(bb)