Artêşa Îsraîlê: Me êrişî başûrê Lubnanê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan serê sibehê êrişî başûrê Lubnanê kir.

Artêşa Îsraîlê: Me êrişî başûrê Lubnanê kir
6 îlon, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan îro serê sibê, li hemberî bûyera şandina 2 balafirên bê mirov a bi ser leşkerên Îsraîlê yên li herêma ku ew bi navê “herêma ewle” bi nav kirine ji hêla Hizbullahê ve, wan dest bi êrişên li ser başûrê Lubananê kir.

Artêşa Îsraîlê hişyarî dabû ku şênî ji herêma nêzî avahiya li bajarokê Erbesalêm a başûrê Lubnanê derkevin.

Roja înê (4 Îlon) artêşa Îsraîlê dabû zanîn ku wan tesîsên depokirina çekan a ku tê payîn wê ji milê Hizbullahê li başûrê Lubnanê were bikaranîn hedefgirtiye.

Ji 2`ê Adarê ve (2026) di encama êrişên Îsraîlê de zêdetirî 4 hezar û 300 kes li Lubnanê hatin kuştin.

(sb)