Îsraîlê zeviyên çandiniyê li gundewarê Quneytirayê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê zeviyên çandiniyê yê rojavayê gundê El Semdaniyê El Xerbiyê li gundewarê Quneytirayê topbaran kir.

Îsraîlê zeviyên çandiniyê li gundewarê Quneytirayê topbaran kir
6 îlon, 2026   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, îro Hêzên Îsraîlê zeviyên çandiniyê yên nêzî gundê El Semdaniyê El Xerbiyê yê li gundewarê Quneytira topbaran kir, di encamê de hejmarek ji pez mirar bû.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku duh (5 Îlon) hêzên Îsraîlê bombeyên ronîkirinê avête ser ezîmanê bajarokê El Refîd yê gundewarê başûrê Quneytirayê, piştre derdora bajarokê bi 7 obîsan hat hedefgirtin.

Li gorî çavkaniyan dewriyeyeke Îsraîlê derbasî bajarokê El Refîd bû û li wir lêgerîn pêk anî.

Derbarê encamên êrişên Îsraîlê û tevgera hêzên wê ti agahî nehatine bidestxistin.

(sb)