Karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê 8`ê Îlonê bi rê dikeve

Wê 8`ê Îlonê (roja Sêşemê) karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ku ji nêzî 725 malbatan pêk tê berê xwe bide gundewarên rojhilatê Serêkaniyê, herêmên Til Temir û Zirganê.

Karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê 8`ê Îlonê bi rê dikeve
6 îlon, 2026   09:40
HESEKÊ

Di çarçoveya vegera koçberan a ser cih û warên xwe yên resen, dê roja Sêşemê (8 Îlon) karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê berê xwe bidin gundewarê rojhilatê Serêkaniyê, her wiha wê di nava karwanê de şêniyên gundewarên derdora herêmên Til Temir û Zirganê jî cihê xwe bigirin.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê dê nêzî 725 malbat yên ku li Kampa Serêkaniyê (El Telai) dimînin cihê xwe di nava karwanê de bigirin û vegerin herêm, gundewarên cuda yên rojhilatê Serêkaniyê, derdora Til Temir û Zirganê.

Bendewarî hene ku pêvajoya vegerê bi tensîqa di navbera aliyên peywendîdar û Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve pêk bê, wê di nava tensîqa heyî de jî rêkar pêk werin, tevgera malbatan bê birêxistinkirin û gihandina wan a malên wan were dabînkirin.

Karwanê yekemîn 10`ê Tebaxê bi rê ketibû, di nava karwanê de nêzî 400 malbat hebûn.

(sb)

ANHA