Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê kesek girt

Artêşa Îsraîlê ket gundekî Quneytîrayê û kesek girt.

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê kesek girt
13 sibat, 2026   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA’yê ya ser bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, artêşa Îsraîlê bi 6 erebeyên leşkerî (Hummer) ket gundê Eyn Zîwan ê Quneytîrayê.

Heman ajansê ragihand ku leşkerên Îsraîlê bi ser malên gundiyan de girt û kesek girt.

(bb)