Kalemêrekî 62 salî yê winda kuştî hat dîtin

Piştî 9 rojan ji windabûnê û qutbûna têkiliyê, cenazeyê welatiyê bi navê Mihemed Remedan Omer (62) ê ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê hat dîtin.

Kalemêrekî 62 salî yê winda kuştî hat dîtin
9 nîsan, 2026   21:53
QAMIŞLO

Malbata kalemêrê winda bûye, Mihemed Remedan Omer ê 62 salî yê ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê, 9 rojan piştî windabûna wî û qutbûna têkiliya pê re, ew kuştî dît.

Li gorî malbatê, Mihemed Remedan Omer li ser erebeyeke Hyundai H100 dixebitî. Piştî ku wî bi du kesan re li bajarê Qamişloyê li hev kiribû ku hin tiştan veguhêzînin bajarê Hesekê, di 1ˊê Nîsanê de têkiliya wî bi wî re qut bû.

Malbatê diyar kir ku wan agahî li ser kuştina wî wergirt, lê hûrgiliyên der barê sûcê de nehatin diyarkirin.

Cenazeyê Mihemed îro li goristana Hilêliyê hat definkirin.

(fr)

ANHA