Di Mîhrîcana Nûjiyan de şert û mercên çêkirina fîlman ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin

Di roja çaremîn a Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan de semînerek hate dayîn. Di semînerê de hat diyarkirin ku li derveyî Rojavayê Kurdistanê ew wek derhênerên jin ji ber nêzîkatiyên qedexekirinê li parçeyên din ên Kurdistanê nikarin bi serbestî bi nasnameya xwe xebatên xwe yên sînemageriyê bimeşînin.

Di Mîhrîcana Nûjiyan de şert û mercên çêkirina fîlman ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Nûjiyan de şert û mercên çêkirina fîlman ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Nûjiyan de şert û mercên çêkirina fîlman ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Nûjiyan de şert û mercên çêkirina fîlman ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Nûjiyan de şert û mercên çêkirina fîlman ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Nûjiyan de şert û mercên çêkirina fîlman ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin
28 gulan, 2025   15:09
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya çaremîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike.

Di çarçoveya bernameya îro de diviyabû semînera bi sernavê “Rewşa çêkirina fîlman li her çar parçeyên Kurdistanê û tecrubeya jinên Kurd di xebatên sînemayê de” ji hêla derhêner û endama Koordînasyona Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager Dêrsim Zêrevan, derhêner Viyan Mayi û Xecê Rêdûr, rêvebera SîneJin Dîrok Artos ve bihate dayîn, lê ji ber ku derhenêr Viyan Mayi û Xecê Rêdûr ên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nikarîbûn derbasî Rojava bibin; semîner tenê ji aliyê Dêrsim Zêrevan û Dîrok Artos ve hate dayîn.

Di semînerê de derhênerên amade nêzîkatiyên hikumeta Başûr ên li ser rêgirtina li ber derbaskirina derhênerên ku dixwazin beşdarî çalakiyên mîhrîcananê bibin, şermezar kirin.

Dêrsim Zêrevan diyar kir wan ji bo temamkirina projeyên ku dixwazin pêk bînin, li Kurdistanê û derveyî welat komên jinan ava kirine. Dêrsim Zêrevan destnîşan kir ku gelê Kurd bi rêya hunerê nasnmeya xwe parastiye, heta niha ji ber qedexeyênli dijî gelê Kurd, nasnameyek di radeya ku tê xwestin de nehatiye bidestxistin û wiha dom kir: “Em wek jin nikarin pirsgirêkên xwe yên vê qadê bêjin û bi awayekî rehet ji bo wê xebatê bikin, ji bilî Rojava em nikarin bi nasnameya xwe li parçeyên din ên Kurdistanê xebatê bidin meşandin.”

Dîrok Artos ku ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê de dest bi xebatên sînemayê kiriye, behsa zehmetiyên avakirina qada sînemayê li Rojava kir û da zanîn ku wan di nava şert û mercên dijwar ên şoreşê de bi komên biçûk di nava xebatên giştî de nasnameya jinan di sînemayê de çêkiriye û wiha got: “Pêwîstiya me bi tecrubeyan hebû, me xwest em SîneJin a Rojava ava bikin. Vê salê peymangehên hunerê hatin vekirin, gavên mezin hatin avêtin û hîn ev rêwîtî dewam dike. Niha nîqaşên me li ser dewlemendkirina berheman in.”

Dê belgefîlmê ‘A Picture to Remember’ bi derhêneriya Olga Chernykh (2023) bê pêşandan.

Di çarçoveya bernameya de ji aliyê sînemager û rojnamevana Îtalî Isabella Balena ve `Kargeha Wêneyan’ didome. Kargehê 26`ê Gulanê dest pê kir û îro bi dawî dibe. Her wiha kargeh bi taybet ji bo zarokên şehîdan ên ku cihê xwe di Akademiya Sîmûrg a Teknolojiyê de digire, hatiye birêxistinkirin.

Bernameya îro ya danê êvarê wiha ye:

Danê êvarê li Baxçeyê Azadî saet 20:00`an fîlmê ‘Sima`s Song’ bi derhêneriya Roya Sadat (2024), saet 22:00`an kurtefîlmên ‘As I Open My Eyes’ bi derhêneriya Ghazzal Abdullah (2023), ‘Sukoun – Amplified’ bi derhêneriya Dina Nasser (2023) û belgefîlmê ‘A Story of Homeland, Memories Of Shade’ bi derhêneriya Suha Ezzi (2025) bên pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ku ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin, dê heta 31`ê Gulanê dewam bike.

(sb/k)

ANHA