Artêşa Îsraîlê: Fermandarekî Hizbullah hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê yekîneya mûşekên dijî tankan ê Hizbullahê Îbrahîm Mihemed Xezalî hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Fermandarekî Hizbullah hat kuştin
15 adar, 2026   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee bi rêya postekê li ser platforma Xˊê got ku di êrişa artêşê ya li dijî avahiyeke leşkerî ya Hizbullahê de berpirsê tîma çekan a beşa taybet di yekîneya Bedir a girêdayî Hizbullahê de Îbrahîm Mihemed Xezalî hat kuştin.

Avichai Adraee da zanîn ku Îbrahîm birayê Eyman Mihemed Xezalî yê ku pêncşema borî êrişek li dijî dêra cihûyan a li DYAˊyê pêk aniye, ye.

Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandibû ku Eyman Xezalî yê 41 salî, bi erebeyke bombebarkirî êrişî dêreke Îsraîlê ya li West Bloomfield, nêzîkî Detroitê, kir û piştire şewitî.  FBIˊyê ew wekî "kiryareke tundûtûjiya armanckirî li dijî civaka Cihûyan" bi nav kir.

(ac/fr)

ANHA