Artêşa Îsraîlê: Di êrişa bi dron li dijî Eilatê de 22 kes birîndar bûn-hat nûkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku dronek ji Yemenê hatiye avêtin li bajarê Eilatê ketiye û di encamê de 22 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê: Di êrişa bi dron li dijî Eilatê de 22 kes birîndar bûn-hat nûkirin
24 îlon, 2025   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dronek ji Yemenê hatiye avêtin li bajarê Eilatê ketiye xwarê û di encamê de 5 kes birîndar bûne. Li gorî hemşîreyan rewşa duyan giran e. 

Artêşê diyar kir ku wan hewl daye dronê bê bandor bikin, tîmên lêgerînê hîna li herêmê dixebitin.

Xizmeta destwerdana lezgîn “Stêrka Sor a Dawûd” ragihand ku tîmên wê 22 birîndar derman kirine, rewşa 2 ji wan giran e.

(şx)