Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin

Di paneleke diyalogê de, ku ji hêla Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSD'ê ve bi dirûşma "Peymana 10'ê Adarê û Mafê Vegerê" hate birêxistinkirin, behsa binpêkirinên çeteyan li bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî hatine kirin, di nav de koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografîk û sûcên şer. Di panelê de pêwîstiya misogerkirina vegera ewle ya koçberan û hesabpirsînê ji kujeran hate teqezkirin.

Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
Li Hesekê paneleke diyalogê ji bo vegera koçberan hate lidarxistin
24 îlon, 2025   19:13
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), di çarçoveya nîqaşkirina mijara vegera koçberên ku bi darê zorê ji bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derketine, paneleke diyalogê bi dirûşma "Peymana 10’ê Adarê û Mafê Vegerê" li dar xist. Panel li ofîsa meclisê ya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hate lidarxistin.

Endamên MSD, nûnerên çend partiyên siyasî, koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê, kesayet û çalakvanên ku bi karûbarên giştî re eleqedar in, beşdarî panelê bûn.

Her wiha di destpêkê de der barê êşa koçberên di encama êrişên dewleta Tirk de yên sala 2018`an ji Efrînê, sala 2019`an ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, fedakariyên şêniyên bajarên dagirkirî di oxira parastina herêmên xwe de dane, hate pêşandan.

PEYMANA 10’Ê ADARÊ Û VEGERA KOÇBERÊN EFRÎNÊ

Di panelê de mijara yekem, bi sernavê "Peymana 10’ê Adarê û Vegera Koçberên Efrînê", ji hêla çalakvanê mafên mirovan û siyasî Gabriyel Mistafa ve hate birêvebirin, ku girîngiya dîrokî û stratejîk a Efrîn di nav Sûriyeyê de şîrove kir.

 Mistefa wêraniya ku ji ber dagirkeriya Tirk li bajêr çêbûye bi bîr xist û bi "mezintirîn operasyona guhertina demografîk" li herêmê bi nav kir.

Mistefa aşkera kir ku revandina bi 10 hezaran sivîlan, wêrankirina 59 cihên dîrokî, wêrankirina 28 mezarên musliman û êzidî, qutkirina nêzî 5 milyon darên zeytûnê ku bingeha aboriya şêniyên herêmê ye, bi belgeyan li ber destê NY û rêxistinên navneteweyî yên din in.

Her wiha Mistefa behsa peymana 10’ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de kir û got Hikumeta Veguhêz, bendên lihevkirinê bi taybet benda 5`an a dabînkirina vegera ewle ya koçberan, binpê kirin.

NENAVENDÎBÛN BINGEHA HER DANÛSTANDINÊN PÊŞEROJÊ YE

Hevserokê MSD`ê Dr. Mehmûd El Muslet, destnîşan kir ku nenavendî stûna bingehîn a her danûstandineke pêşerojê ye, ji ber ku pergala navendî têkçûna xwe îspat kiriye û welat ber bi wêranî û hilweşînê ve kişandiye.

El Muslet piştrast kir ku mijara dagirkirina Efrînê ne tenê meseleyeke herêmî ye, lê belê bûye meseleyeke navneteweyî û teqez kir ku vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo axên xwe tenê meseleyeke demkî ye.

Hevserokê MSD’ê peymana 10’ê Adarê wekî destpêka pêvajoyeke netewî ya diyaloga sûrî-sûrî nirxand û bang li hemû aliyan kir ku piştgiriyê bidin wê.

El Muslet got ku îro Sûriye parçe ye, lê çareserî di avakirina pirên têkiliyên navbera hemû aliyan de ye. El Muslet, hewldanên hin hêzên derve yên ji bo kûrkirina dabeşbûnên etnîkî û gurkirina pevçûnan, bi taybetî hewldanên ji bo çandina nakokiyan di navbera Ereb û Kurdan de, hişyarî da û teqez kir ku sûriyeyî wê rê nedin vê yekê.

HILBIJARTINÊN PLANSAZKIRÎ LI ŞÛNA YEKÎTIYA NETEWÎ, PARÇEBÛNÊ XURT DIKIN

El Muslet anî ziman ku doza Kurdî dozeke adilane ye, pêdivî bi destûreke nû heye ku mafê Kurdan garantî bike û pirrengiya Sûriyeyê biparêze, ji ber ku destûra heyî ne temam e û rastiya piralî ya dewlemendya Sûriyeyê nîşan nade, di heman demê de hilbijartinên Meclisa Gel ên ku dê bên lidarxistin, parçebûnê didomînin li şûna ku yekîtiya netewî xurt bikin.

PEYMANA 10`Ê ADARÊ Û VEGERA KESÊN KOÇBER JI SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ

Mijara duyemîn ya panelê ku bi sernavê "Peymana 10’ê Adarê û Vegera Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî" bû, ji aliyê berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl ve hate birêvebirin. Cemîl bûyerên der barê êrişa li ser bajêr a 9’ê Cotmeha 2019’an de nirxandin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî bajêr tevahî cureyên çekan bi kar aniye, di nav de çekên qedexekirî, di encamê de niştecihên herêmê bi darê zorê ji mal û zeviyên xwe hatine koçberkirin.

Cemîl ragihand ku peymana 10’ê Adarê, roleke girîng di rizgarkirina Sûriyeyê ji şerê mezhebî de lîstiye, yek ji bendên wê yên herî berbiçav vegera kesên koçber ji bo malên wan û tezmînata wan li gorî prensîbên mafên mirovan e. Li gorî Cemîl mafê vegerê yê ku di peymanê de hatiye destnîşankirin li gorî qanûna navneteweyî û biryarên NY’ye.

PÊŞNIYARÊN DAWÎN

Panel bi rêze pêşniyaran bi dawî bû, ku tê de teqezî li ser pêwîstiya bilezkirina naskirina mafê vegerê wekî mafeke bêqusûr û bêveger. Her wiha daxwaz ji NY, rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku roleke diyarker di misogerkirina vegera ewle ya koçberan de bilîzin, her hewldanek ji bo guhertina demografiyê red bikin, rewşa li wan bajarên dagirkirî mîna beriya dagirkirin û koçberkirinê vegerînin.

Derxistina komên çeteyan û girîngiya belgekirina binpêkirinan û hesabpirsînê xala herî girîng a pêşniyaran bûn. Ji bo peydakirina debarên jiyanê piştgiriya projeyên geşepêdanê bikin. Xebatên bingehîn mîna kehrebe, av, tenduristî dabîn bikin. Binesaziya dibistanan, nexweşxaneyan û navendên perwerdeyê sererast bikin. Piştgiriya derûniya koçberan bikin, nasnameya wan a çandî biparêzin, berjewendiya civakî bi rêya diyaloga avaker xurttir bikin, ji bo şopandina vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî, komîteyeke xwecih û ya navneteweyî ava bikin. Divê bendên lihevkirina 10`ê Adarê werin bicihkirin. Ji ber ku bingeha her çareseriyeke siyasî û diyaloga sûrî-sûrî ya rastîn e.

(ac/şx)

ANHA