Li ser rêya Reqa- Hesekê qeza: 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar in

Li ser rêya Reqa-Hesekê otobusek û erebeyek li hev qelibîn. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 din jî birîndar bûn.

Li ser rêya Reqa- Hesekê qeza: 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar in
24 îlon, 2025   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya Reqa- Hesekê li nêzî çerxerêya bajarokê El Mikemin, otobuseke şîrketa El Rafîdeyn û erebeyeke din li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan jiyana  xwe ji dest dan û 20 din jî birîndar bûn.

Tîmên destwerdana lezgîn bi lez çûn cihê qezayê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Hesekê. Aliyên têkildarî jî der barê qezayê de dest bi lêpirsînê kir.

(şx)

ANHA