Li Reqayê pêşbaziya hespan

Bi beşdariya siwaran ji kantonê Reqa, Cizîrê, Dêrazor û Firatê, pêşbaziya hespên esîl hat lidarxistin.

Li Reqayê pêşbaziya hespan
Li Reqayê pêşbaziya hespan
Li Reqayê pêşbaziya hespan
Li Reqayê pêşbaziya hespan
Li Reqayê pêşbaziya hespan
Li Reqayê pêşbaziya hespan
Li Reqayê pêşbaziya hespan
Li Reqayê pêşbaziya hespan
8 mijdar, 2024   14:54
REQA

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Reqayê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya siwarên ji kantonên Reqa, Cizîr, Dêrazor û Firatê pêşbaziyeke hespên esîl li dar xist.

Pêşbazî li bajarê Reqayê bi amadebûna endamên Yekitiya Werzîşê ya Kantona Reqayê, Meclisa Werzîşê, şêx û rûspiyên eşîran û nûnerên Rêveberiya Xweser pêk hat.

Di pêşbaziya hezar metreyî de Mihemed El Hadîn û Hedîb El Elî yên ji Reqayê, di pêşbaziya 2 hezar metreyî de Mecid El Ezîz ê ji Dêrazorê bi ser ketin. Di pêşbaziya 800 metreyî de Zeyd El Elî yê ji Hesekê û di ya hezar û 400 metreyî de Behr El Hesen û Girnas El Hadî, Herdan El Elî yên ji Reqayê jî bi ser ketin. Di pêşbaziya hezar û 600 metreyî de Şûcaî El Seyîd û Îsa El Heqî yên ji Reqayê û Hozan El Yûsif ê ji Kobanê bi ser ketin. Di pêşbaziya 10ˈan a dawîn de jî Wedah El Hemad ê ji Reqayê bi ser ket.

Siwarên serketî û endamên Asayîşê ji ber keda wan a parastina ewlehiya pêşbaziyê, hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA