Artêşa Îsraîlê cenazeya rehîneyekî din wergirt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê cenazeyê rehîneyekî din ji Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ji Şerîda Xezayê wergirt, lê nasnameya cenazeyê diyar nekir.

Artêşa Îsraîlê cenazeya rehîneyekî din wergirt
9 mijdar, 2025   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê cenazeyê rehîneyekî din ji Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ji Şerîda Xezayê wergirt û "niha ji bo hundirê Îsraîlê di rê de ye".

Radyoya artêşa Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre dîwana serokwezîrê Îsraîlê Binjemîn Netanyahu diyar kir ku cenaze yê revandiyekî li Xezayê ye, lê aşkera nekir ku cenaze yê kê ye.

Ketîbeyên El Qesam ên girêdayî Tevgera Hemasê jî demek berê diyar kiribû ku ew ê cenazeyê serbaz Hadar Goldin ku danê nîvro li toneleke kampa Yebina ya li bajarê Refehê yê başûrê Şerîda Xezayê dîtiye, radest bike. Bi vê yekê cenazeyên 6 rehîneyên Îsraîlê dimînin.

Ji dema îmzekirina peymana agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de di 13’ê Cotmehê (2025) de, Hamasê 20 girtiyên Îsraîlî yên sax radest kirine, di heman demê de Îsraîlê nêzîkî 2 hezar girtiyên filistînî û cenazeyên filistîniyan radest kirin.

(ac/fr)

ANHA