Hilbijartinên parlamentoya Iraqê ya dema 6ˊan bi dawî bû

Dema dengdana taybet a parlementoya Iraqê ya dema 6’an ku ji saet 07:00’ê sibê destpê kiribû bi dawî bû.

Hilbijartinên parlamentoya Iraqê ya dema 6ˊan bi dawî bû
9 mijdar, 2025   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi tevlîbûna 1 milyon û 340 hezar û 517 dengdêrên ji hêzên ewlekariyê û koçberan pêk tê li tevahî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya dema 6’an ya Parlementoya Iraqê destpê kiribû bi dawî bû.

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê 1 milyon û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê hene. Ji bo wan jî 809 navend û 4 hezar û 501 cih hatine veqetandin ku deng lê bê dayîn.

Li aliyê din li gel hêzên ewlekariyê jî koçber wê dengê xwe bidin. Li gorî daneyên komîsyonê 26 hezar û 538 dengderên koçber ku mafê wan yê bikaranîna dengdanê hene jî hene. Ji bo wan jî 26 navend û 97 cih hatine amadekirin.

Saet 18:00’an dema dengdana taybet ya Parlementoya Iraqê bi dawî bû.

Dengdana hilbijartina dema 6’an ya Parlementoya Iraqê jî wê 11’ê Mijdarê pêk were.