Artêşa Îsraîlê careke din taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê piştî hişyariyên valakirinê, careke din taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê careke din taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin
22 mijdar, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên duh ên Îsraîlê yên li ser taxên li başûrê Beyrûtê û rojhilat û başûrê Lubnanê de, zêdetirî 50 kes hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee vê sibehê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê li ser X’ê de bang li şêniyên hin avahiyên li Hedes, Hara û Hirêk kir ku demildest wan avahiyan vala bikin û jê dûr bisekinin.

 Adraee îdia kir ku ev avahî li nêzî tesîsên Hizbullahê ne. Çend kêlî piştî hişyariyan, taxên navborî bi balafiran hatin bombebarankirin.

Artêşa Îsraîlê ji 23ˈyê Îlonê ve êrişên hewayî li ser taxên başûrê Beyrûtê û başûr û rojavayê Lubnanê zêdetir kirine. Di destpêka Cotmehê de operasyoneke bejahî li başûr da destpêkirin. Di encamê de wêraniyeke mezin li herêmê çêbûye.

(bb)