Hêzên Îranê jinek Kurd destgîr kir

Hate ragihandin ku li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd a bi navê Ezîze Mûradiyan bêyî biryara dozgeriyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye destgîrkirin û agahî jê nayê girtin.

Hêzên Îranê jinek Kurd destgîr kir
3 kanûn, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî destgîrkirina jina Kurd Ezîze Mûradiyan a ji Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, jina Kurd a bi navê Ezîze Mûradiyan ku ji gundê Tengîser ê ser bi bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û nişteciha Merîwanê ye, dema ku li ser karê xwe bû, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hate destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniyê, nayê zanîn Ezîze ber bi kîjan navenda îstixbarat an girtîgehê ve birine.

Hate ragihandin ku Ezîze Mûradiyan bêyî fermana dozger hatiye destgîrkirin û heta niha destûr nehatiye dayîn ku malbat û parêzerê wê pê re hevdîtinê bike.