Artêşa Îsraîlê berpirsekî îstîxbarata Hizbullahê kuşt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişeke li başûrê Lubnanê de, berpirsê îstîxbaratê yê tabûra "Hêza El Ridwan" a Hizbullahê Ebas El Hesen Wehîbê, hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê berpirsekî îstîxbarata Hizbullahê kuşt
29 hezîran, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro sibê ragihand ku di êrişeke li başûrê Lubnanê de, berpirsê îstîxbaratê yê tabûra "Hêza El Ridwan" a Hizbullahê Ebas El Hesen Wehîbê, hat kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de da zanîn ku Ebas El Hesen Wehîbê tevlî xebatên ji nû ve avakirina Hizbullahê û veguhestina çekan bûbû, "ev çalakî jî binpêkirinek eşkere ya lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de ye. "

Roja Şemiyê, di du êrişên cuda de ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li başûrê Lubnanê hatin kirin, kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

(k)