Hêzên Îranê kolberek qetil kir

Hate ragihandin ku di êrişa hêzên dewleta Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bûye.

Hêzên Îranê kolberek qetil kir
29 hezîran, 2025   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrişî komek kolber kirine.

Hate gotin ku di encama êrişê de kolberê bi navê Seywan Ebdulzade jiyana xwe ji dest daye û kolberê bi navê Husên ku paşnavê wî nehate zanîn, birîndar bûye.

Li gorî heman daxuyaniyê, Seywan Ebdulzade xelkê gundê Hewtaşe ya ser bi Baneyê ve ye û 23 salî ye.

Hêjayî gotinê ye di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişên hêzên Îranê de 52 kolberên Kurd jiyana xwe ji dest dan û 131 kolber jî birîndar bûn.