Li dijî madeyên hişbir hişyarî

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî madeyên hişbir  belavok hişyariyê belav kirin.

Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
Li dijî madeyên hişbir hişyarî
29 hezîran, 2025   12:10
KOBANÊ

Di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê de îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li dijî madeyên hişbir ên kantona Firatê li tevahî qadên sereke yên bajarê Kobanê belavokên hişyarkirinê belav kirin.

Di belavokê ev tişt hatiye nivîsandin:

"Madeyên hişbir rêya windakirin û hilweşîna malbalbatî, civakî û exlaqî ne; ji ber ku ew dibin sedema zirara kujer a ku bêderman û bêçare ye. Kesên ku tiryakê bikar tînin bi nexweşiya kronîk ên weke têkçûna gurçikan nexweşiyên dil weke krîza dil an jî felc pirsgirêkên penceşêr û damarên xwînê dikevin.

Weke tê zanîn ku di 26`ê Hezîranê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xistibû. Di çalakiyê de madeyên  hişbir hatin telefkirin û amarên îsal ên têkoşîna li dijî hiştin hatibû aşkerekirin."

(sş/bb)

ANHA