Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê gulebaran kir

Artêşa Îsraîlê derdora bajarokên Îtrûn û Belîda yên başûrê Lubnanê gulebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê gulebaran kir
13 sibat, 2026   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Nîştimanî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku derdora bajarokên Îtron û Belîdayê yên başûrê Lubnanê vê sibehê hatin gulebarankirin.

NNA’yê da zanîn ku jêdera gulebaranê baregehên artêşa Îsraîlê yên li Beyad û Malikiyê ye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi wê bi dronan endamekî Hizbullahê li bajarokê Teyrî yê başûrê Lubnanê kiriye hedef.

(bb)