Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

2 roj piştî îmzekirina peymana çarçoveyî ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de, balafirên Îsraîlê êrişî birin ser başûrê Lubnanê.

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
28 hezîran, 2026   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyê ya Lubnanî (NNA) ragihand ku piştî 2 rojan ji îmzekirina peymana çarçoveyî ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de ku bi sponseriya Amerîkayê pêk hatibû, balafirên Îsraîlê îro başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Li gorî NNA‘yê, balafiran derdora bajarokên Dêr Suryan û Tîbayê bombebaran kirin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişa berê ya li ser başûr de kesek hat kuştin.

(bb)