Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan sibê dest pê dike

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan sibê dest pê dike. Di mîhrîcanê de li gel fîlm û belgefîlman dê komxebat û semîner jî li dar bikevin. Her wiha dê li ser navê nûçegihana ajansa me şehîd Cîhan Bîlgîn jî pêşangeheke wêneyan bê vekirin.

Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan sibê dest pê dike
24 gulan, 2025   06:15
QAMIŞLO

Sibê Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan a ku ji aliyê Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê hatiye birêxistinkirin, dest pê dike.

Mîhrîcan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û Baxçeyê Azadî yên li Qamişlo di navbera 25-31`ê Gulanê de bi pêşandana 37 fîlm û belgefîlmên ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropayê dê bidome.

Mîhrîcan li ser navê rojnamevan Nûjiyan Erhan e ku di 3`yê Adara 2017`an de di encama êrişa çekdarên PDK`ê ya li Xanesora Şengalê de şehîd bûbû.

Têkildarî sedema binavkirina mîhrîcanê endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Çîdem Roj da zanîn ku wan ji bo bîranîna şehîd Nûjiyan ev gav avêtiye, dixwazin rola wê ya pêşeng di jiyan û têkoşînê de derxin pêş.

PÊŞANGHA CÎHAN BÎLGÎN A WÊNEYAN

Di mîhrîcanê de li ser navê nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn ku di 19`ê Kanûna 2024’an dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û berxwedana şervanan dişopandin, di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, pêşangeheke wêneyan tê vekirin. Di pêşangehê de dê nêzî 40 wêneyên ku rojnamevanên jin ên li Kurdistanê û derveyî welat û yên Cîhan Bîlgîn bên pêşandan.

Mîhrîcan sibê (25 Gulan) saet di 20:00`an de bi pêşandana fîlmekê li Baxçeyê Azadî yê li Qamişlo dest pê dike.

Piraniya filmên ku bên pêşandan ji aliyê jinan ve hatine çêkirin, di nava wan de dê fîlmên ku cara yekemîn bên pêşandan jî hene. Li kêleka fîlman dê komxebat û semîner jî bên lidarxistin.

Bernameya mîhrîcanê:

/kr/mihricana-filman-a-nujiyan-di-25-31e-gulane-de-li-dar-dikeve

(sb)

ANHA