Li taxa Sebîl a Humsê keçek bi guleyan birîndar bû

Çekdarên nenas li taxa Sebîl a bajarê Humsê dikaneke panêr û mast gulebaran kir, gule lingê keçekê li dikanê bû ket, birîndar kir.

Li taxa Sebîl a Humsê keçek bi guleyan birîndar bû
27 gulan, 2026   23:46
HUMS

Nûçegihanê me ji Humsê ragihand ku li dikaneke penêr û mast a li taxa Sebîl a Humsê êrişeke çekdarî pêk hat, di encamê de keçek li dikanê bû, di lingê xwe de birîndar bû û rakirin nexweşxaneyekê.

Li gorî agahiyên destpêkê, bûyera gulebarandinê li dikanekê çêbû, di nava şêniyan metirsî çêbû.

Li hin taxên Humsê dem demê bûyerên ewlehiyê, gulebarandin û nakokiyên takakesî çêdibin. Ev bûyer di nava şêniyan de bi taybet li gel dubarebûnê metirsiyên cidî çêdikin.

(fr)

ANHA