Artêşa Îranê gef li çalakvanan xwar

 Serfermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Tumgeneral Amîr Hatamî ji bo xwepêşandanên li Îranê îdiaya “plana dijmin” kir û ev gef xwar: “Heke dijmin xeletiyekê bike, em ê bersiveke biryartir bidin.”

Artêşa Îranê gef li çalakvanan xwar
7 ÇILE, 2026   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Tumgeneral Amîr Hatamî, geşedanên dawî weke “hewldana jinûvedîzaynkirina dinyayê” nirxand û îdia kir ku bi vê boneyê jî welatê wan hedef tê girtin û çalakiyên li welêt weke “parçeyeke” vê nîşan da. Hatemî, protesto “derasayî” nirxand û îdia kir ku serhildana gel ji hêla “dijminan ve” hatiye plankirin. Hatemî, gef li çalakvanan xwar û got: “Dikarim bibêjim ku amadekariyên hêzên çekdar ên Îranê ji beriya şer gelek zêdetir in. Lewma heke dijmin xeletiyekê bike, em ê biryareke hîn bêhtir bibiryar bidin û dê destê her êrişkarekî bibirin.”