2 kesên din di êrişên Helebê de birîndar bûn

Di êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de 2 kesên din birîndar bûn.

2 kesên din di êrişên Helebê de birîndar bûn
2 kesên din di êrişên Helebê de birîndar bûn
7 ÇILE, 2026   15:42
HELEB

Di encama êrişên dijwar ên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de 2 kesên din birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Yûsif Elî û Mislim Mihemed Fayiq (22).

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, taxên Helebê bi dijwarî tên topbarankirin.

Hejmara giştî ya birîndaran derket 55ˊan, 7 kes jî şehîd bûne.

(fr)