Artêşa Sûriya Azad erkên xwe li balafirgeha El Sîn a Şamê aktîv kirin

Artêşa Sûriya Azad (Ceyş Sûriya El Hura) bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî erkên xwe li balafirgeha El Sîn a li gundewarê Şamê aktîv kirin û belav bû.

Artêşa Sûriya Azad erkên xwe li balafirgeha El Sîn a Şamê aktîv kirin
17 gulan, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Sûriya Azad hêza xwe li balafirgeha Leşkerî ya El Sîn a li gundewarê rojhilatê Şamê belav kir. Artêşê ragihand ku ew hewl didin balafirgehê li hember êrişên tevlihevî û texrîbî yên muhtemel biparêzin. Ev gav di çarçoveya belavbûna hêzan li herêmên başûr û Sûriyeyê pêk tê.

Artêşê di daxuyaniya xwe ya li ser X’ê de got, ew bi şev û roj ji bo parastina sivîlan û pêşîgirtina li rêxistina DAIŞ’ê ku negihêjin çekan an jî gefan li ewlehiya herêmê nekin dixebitin. Di vê yekê de hevkariya xwe ya giştî bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re dikin.

Artêşa Sûriya Azad ji komên piştgiriya xwe ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) werdigirin û baregeha Tenefê ya li sêgoşeya sînorê ya di navbera Sûriye, Iraq û Urdinê de weke navenda xwe ya sereke dibînin. Di wê baregehê de nêzî 500 endam, di nav de efserên ji rejîma Baas’ê ya berê veqetiyane hene.

Ev hêz li derdora beyara Sûriyeyê çalak e, dem dem di navbera wê û hêzên koalîsyon de tetbîqatên leşkerî û perwerde hene.

Çavdêran diyar kir ku jinûve aktîvkirina balafirgeha El Sîn xwedî nîşaneyên stratejîk e. Ji ber ku balafirgeh xwedî cihekî stratejîk e, li nêzî rêya M5 a di navbera Heleb, Şamê û xetên piştgiriyê de ye, li kêlek wê jî yek ji nuqteyên hesas ên pergala parastinê hewayî ya artêşa rejîma Baas’ê bû.

Ev tevger, digel metirsiyên zêde yên li hember tevgerên şaneyên DAIŞ’ê li çolistanê de tên, bi taybet dubarebûna êrişên wê li dijî QSD’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Artêşa Sûriya Azad weke hêzeke xwecihî ya hevkar di têkoşîna dijî terorê de kar dike.

Ruxmî hejmara kêm û belavbûna wan, lê ev kom ji hêla Koalîsyona Navneteweyî ve xwedî girîngieyek taybet e.

(fr)