Siyasetên dewleta Tirk û hişkesalî bîr zuha kirin

Li Til Birakê ji ber kêmbûna baranê û qutkirina ava çema Ceqceq ji hêla dewleta Tirk ve bîr zuha bûne û di encamê de krîzeke kûr çêkir. Şêniyan daxwaza çareseriyên alternatîf kirin.

 Siyasetên dewleta Tirk û hişkesalî bîr zuha kirin
 Siyasetên dewleta Tirk û hişkesalî bîr zuha kirin
 Siyasetên dewleta Tirk û hişkesalî bîr zuha kirin
 Siyasetên dewleta Tirk û hişkesalî bîr zuha kirin
18 gulan, 2025   05:06
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Ji ber nebûna baranê û berdewamkirina qutkirina ava çemê Ceqceq ji hêla dewleta Tirk ve, li gelek deverên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bîr zuha bûne. Lew ra şênî ku debera xwe ya ava vexwarinê û çandiniyê bi bîran dikin, krîzeke kûr bikişînin.

Gundê Simêhana Rojava jî di nav de gelek gund li rex çemê Ceqceq hene ku debara xwe vexwarin û çandiniyê ji bîrên girêdayî çem peyda dikin. Di salên borî de bi taybetî di zivistan û biharê de baran baş bariya. Vê jî hişt ku şênî sûdeke ji avê wergirin. Lê îsal ji ber kêmbûna baranê çem bi temamî zuha bûye û ava bîran jî kêm bûye.

Besam El Ebdullah ku ji xelkê gundê Simêhan got: "Ji ber kêmbûna baranê û guhertina avhewayê îsal herêm rûbirûyî hişkesaliyê ye. Vê yekî jî bandoreke neyênî li jiyana me ya rojane, bi taybet têkildarî wergirtina ava vexwarinê û avdana çandiniyan kiriye."

El Ebdullah îşaret bi vê yekê kir ku qutbûna bi temamî ya ava çemê Ceqceq ji salan ve hişt ku bîr ziwa bibin û rêjeya ava binerdê ya bîrên deryayî kêm bibe. Her wiha got, bi vê yekê re zirarek gihîşt qada hêşînê û û rûbera çolistanê li zeviyên çandiniyê zêde bûn.

Di dawiyê de El Ebdullah bang li aliyên eleqedar kir û got: "Em daxwaza çareseriyên lezgîn dikin; an xetên avê ji stasyona Til Azan a ku 2 kîlometer ne dûr e dirêj bikin an jî ava vexwarinê bi rêya tankeran bigihînin gundan. Ew her du bijarte jî dikarin di vê demê de bên pêkanîn. "

(fr)

ANHA